Îşev destpêka paşîva ewil a meha remazanê ye. Nêzî 16 saetan însan wê tî û birçî bimîne. Însan ji bo ku ji teqetê nekeve divê çi bixwe û vexwe? Me ev hemû pirs ji diyetîsyen Mahir Kalabay pirsîn.
Ji meha remezanê re hindik ma. Kesên ku wê rojîyê bigrin jî wê nêzî 16 saetan tî û birçî bimînin.
Ji bo pergala parastina laş jî divê însan hay ji xwarin û vexwarina xwe hebe.
Diyetîsyen Fırat Taş dibêje dema ku meriv difitire divê meriv zêde xwarinên birûn, sorkirî û giran nexwe û divê bi şorbê dest pê bike.
Kesên ku nexweşî bi wan re hebin jî divê li gorî tenduristiya xwe hereket bikin.
Her wiha lazim e însan di navbera fitarê û paşîvê de nêzî 2 lîtreyan avê vexwe ku bedena wan bêav nemîne.
Di paşîvê de jî lazim e meriv xwarinên sivik ku wê pê têr bimîne bixwe.