Xwe digîhinin kal û pîran û aşiya wan dikin

Li Vanê xebatkarên tenduristiyê xwe digîhinin kal û pîran û aşiya wan dikin...

Xwe digîhinin kal û pîran û aşiya wan dikin

Li Özalpa navçeya Wanê ekîba ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da hatiye avakirin li herêmên dervayî navçeyê xwe digîhinin kal û pîran û wan aşî dikin.

Ekîbeke ji 15 kesan pêk tê ya di bin banê Nexweşxaneya Dewletê ya Özalpê da hatiye avakirin ji bo kesên 65 salî mezintir ên nikarin randevuya aşiyê hildin aşî dike.

Wezîfedar gazî van kesan dike ku ew bên cihê ku taybet hatiye avakirin û li vir aşiya wan a Kovîd-19 dikin.

Bedrî Ozbeyê ku nikaribû randevuyê hilde spasiya xebatkarên tenduristiyê kir û wiha axivî: "Xwedê ji wan razî be. Mixtar geriyane û randevuya min a aşiyê hildane. Ez îro hatim aşî bûm, kêfxweş im. Ez spasiya hemû xebatkarên me yên tenduristiyê dikim."

Gîzem Ozkana berpirsyara aşiyê jî got ji ber sedemên cuda li herêmê welatî nikarin randevuyê hildin û ew xwe ji bo bigîhinin her kesî dixebitin.

Ozkanê wiha got: "Me bi mixtar ra biryar da ku em xebatên aşiyê bikin. Bi piştgiriya qaymeqamê me xebat hat destpêkirin. Bi alîkariya mixtarên gundan me ji welatiyan ra randevu hilda. Xebateke baş bû, rêjeya kesên aşî bûne zêde bû. Armanca me ew e ku nexweş bendê nemînin û aşî bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE