Xwendekarên Lîseya Fenê ya Midyatê îsal pir serkeftî ne. Xwendekarên lîseyê piştî mezûniyeta xwe bi puanên xwe yên bilind li zanîngehên herî baş bi cih bûn.
Îsal lîseya fenê ya Midyatê serkeftineke mezin bi dest xist.
Lewra ji xwendekarên zanîngehê 100 kesî puanên herî baş ên dîroka lîseyê girtin.
Ji xwendekarên serkeftî 18yan tip, 5an doktoriya diranan, 5an fakulteya dermansaziyê, hinekan jî fakulteyên hiqûq, endazyarî, mîmarî û aboriyê qezanc kir.
Xwendekarên Serkeftî yên Midyatê|
— TRT NÛÇE (@trtnuce) August 8, 2019
Xwendekarên lîseyê piştî mezûniyeta xwe bi puanên xwe yên bilind li zanîngehên herî baş bi cih bûn... https://t.co/YRCnleU58B#Mardin #Midyat pic.twitter.com/iOcE5sQH3o
Xwendekar zanîngehên herî baş ên Tirkiyeyê qezanc kirin û hinek ji wan li beşa asîmangerî û fezayê bi cih bûn.
Xwendekarên ku gihaştin mirazê xwe ji halê xwe razî bûn.
Mamosteyên wan xwendekarên serkeftî yek bi yek pîroz kirin.