Yekem doktorê onkolojiyê yê bajêr e

Êdî hewce nake xelkê herêmê ji bo tedawiya qansêrê biçe bajarên din

Yekem doktorê onkolojiyê yê bajêr e

Yusuf Karakaş yekem doktorê onkolojiyê yê Colemergê ye. Bi xêra wî êdî nexweşên pençeşêrê naçin derveyî Colemêrgê û li bajarê xwe tedawî dibin. TRT Kurdî çû serdana Karakaş…

Yusuf Karakaş 2 sal berê tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê bû.

Ew di dîroka Tirkiyê de, yekem doktorê onkolojiyê yê Colemêrgê ye.

Karakaş piştî ku dest bi wezîfê kir, tavilê unîteyên onkolojî û kemoterapiyê ava kirin.

Yusuf Karakaş got , “ez 2 sal ın lı vır wezîfeyê dıkım. lı gorî lêkolînan heta nıha 716 kes bı teşhîsa qansêrê hatıne nexweşxaneya dewletê. heta jı me tê em dıxwazın alıyê nexweşên xwe bıkın.”

Bi xêra Karakaş êdî hewce nake nexweşên onkolojiyê yên li wê herêmê, ji bo tedawiyê herin bajarên din.

Colemêrgî ji Dr. Karakaş gelekî razî ne.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE