Bı qasî feydeya teknolojiyê zirarên wê jî zêde ne. Bikaranîna teknolojiya bêkontrol ji bo zarok û ciwanan talûkeyeke mezin e. Psîkolog, zirarên medyaya civakî weke nexweşiya heyamê dibînin û dibêjin; divê malbat li zarokên xwe miqatebin.
Bi teknolojiyê jiyana mirovan rehet bû, lê belê bandoreke neyînî dide derûnî û fizîka însanan.
Bi pêşketina teknolojiyê re telefonên biaqil, di jiyana mirovên de guhertinên mezin kirin
Ev nexweşî ji bilî ku wexta însanan dixwe ji alîyê fizîkî û psikolojîk jî zirareke mezin dide mirov û civakê.
Pispor malbatan hişyar dikin û dibêjin pitikên heta 3 salî ji televîzyonê û zarokan ji 14 salî biçûktir ji teknolojî dûr bigirin.
Derûnnas û civaknas dibêjin; Bila bala malbatan li ser zarokan be.