Zivistan hat û welatî bere xwe dan etaran

Gelek welatî ji bo bibin derman ji etaran nebatên xwezayî dikirin.

Zivistan hat û welatî bere xwe dan etaran

Demsala zivistanê dest pê kir. Her sal bi hatina zivistanê re gelek nexweşî jî tên. Hin kes ji bo baş bibin diçin nexweşxaneyê, hin kes jî ji bo dermanên xwezayî diçin dikanên etaran. Gelo kîjan nebat ji kîjan nexweşiyê re baş e?

Ji zencefîl, cehter û tarçinê bigirin heta exlamûrê gelek nebatên şifadar tên firotin.

Ev wêne ji dikanên etaran ên li navenda Rihayê ne.

Zivistan hat û bi xwe re gelek cure nexweşî anîn.

Hin kes ji bo baş bibin diçin nexweşxaneyan, lê hin kes jî ji bo dermanên xwezayî berê xwe didin dikanên etaran.

Dikandar Ahmet Doğan got, ”Li cem me gelek dermanên xwezayî peyda dibin.”

Her wiha dikandar Bekir Felhan jî dibêje ”Gelek welatî zivistanê ji xwe re nebatan dikirin da ku rê li ber nexweşiyan bigrin.”

Pispor dibêjin bila welatî nebatên qet ku nizanin jî nexwin…

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE