Li Herêma Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê ji ber sir û seqemê nexweşiyên çermî gelek zêde dibin. Pispor dibêjin ku divê mirov, li hemberî nexweşiyên wisa gelekî baldar bin û demildest biçin nexweşxaneyê.
Îsal li Herêma Rojhilat û Başûrrojilatê Anadoluyê zivistan gelek zor û zehmet e.
Li herêmê ji ber sir û seqemê nexweşiyên çermî yên wekî ken, pirzik, gezgezk û bîrovê zêde dibin.
Bijîşkê Cildiyeyê Doç. Dr. Enver Turan dibêje divê di rewşeke wisa welatî bila teqez biçin nexweşxaneyê.
Turan got,”Hin amûrên kîmyewî dibin sedema bîrovê.”
Her wiha pispor dibêjin, ji ber xwarina nebaş jî li ser çermê mirov nexweşî peyda dibin û divê welatî baldar bin.