"Berpirsiyariya pêla koçê di stûyê me da nîne"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Em îdiaya xwe ya di vê mijarê da jî didomînin. Em ê dest ji vê yekê jî nekişînin. Berpirsiyariya pêleke koçê ku wê ji wê derê ji ber êrîşan dest pê bike, di stûyê me da nîne. Ev jî eşkere û zelal e"

"Berpirsiyariya pêla koçê di stûyê me da nîne"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê rewşa li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê da wiha axivî, "Derdê me mirovtiya me ye. Em îdiaya xwe ya di vê mijarê da jî didomînin. Em ê dest ji vê yekê jî nekişînin. Berpirsiyariya pêleke koçê ku wê ji wê derê ji ber êrîşan dest pê bike, di stûyê me da nîne. Ev jî eşkere û zelal e. Em ê dest ji vê mirovtiya xwe nekişînin."

Soylu ligel jina xwe Hemdiye Soylu, Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli, Wekîlê Midûrê Giştî yê Rêveberiya Koçê Abdullah Ayaz, Serokê Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD) Mehmet Gulluoglu û Parlamentera Stenbolê ya AK Partiyê Alev Dedegîl çû dîtina Tirkmenên Bayirbucaxa Sûriyeyê ku li bajarê konteyner ê YÎBOyê dimînin.

Wezîr Soylu li vê derê ji Qaymeqamê Yayladagiyê Omer Faruk Yuce der heqê xebatan da brîfîng wergirt û paşê jî bi rêveberên bajarê konteyner ra hevdîtineke ji çapemeniyê ra girtî pêk anî.

Hevdîtina Soylu qedera 1,5 saet ajot.

Soylu piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamegeran û da bibîrxistin ku ew ligel Tirkmenên Bayirbucaxê yên ku li Sûriyeyê ji cih û warê xwe hatin derxistin, hat cem hev.

Soylu destnîşan kir ku li vê kampê 4 hezar û 500 Tirkmenên Bayirbucaxê dimînin û wiha axivî:

"Ez dixwazim vê reqamê bidim Tikiyeyê. 255 hezar û 300 birayên me yên Sûriyeyî di du salên dawîn da vegeriyan. Wate heger li wê derê aramî were edilandin dê vegerin. Ji vê 160 hezar dema li herêma Mertalê Feratê dewleta me xeta aramiyê ediland, vegeriya."

Herwiha Soylu got, "Di sala 2015an da hejmara koçberên bêdestûr yên ku ji Tirkiyeyê ji sînorên me yên rojava derbasî Yûnanistanê dibûn, rojê 6 hezar û 800 bû. Lê îro bi qasî 79 e. Di rastiyê da em peywira xwe ya li hemberî dinyayê, peywira xwe ya li hemberî cîranên xwe û peywira xwe ya li hemberî însanên ku ji heman miletî ne, tînin cih."

- Mijara Îdlibê

Soylu bal kişand ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Tirkiye bi rûdaneke koçê ku di dîrokê da nimûneyên bi vî rengî kêm in ra rûbirû maye û wiha dewam kir, "Derdê me mirovtiya me ye. Em îdiaya xwe ya di vê mijarê da jî didomînin. Em ê dest ji vê yekê jî nekişînin. Berpirsiyariya pêleke koçê ku wê ji wê derê ji ber êrîşan dest pê bike, di stûyê me da nîne. Ev jî eşkere û zelal e. Em ê dest ji vê mirovtiya xwe nekişînin."

- "Herkes pê beled e ku ji xwe ra şanoyê dikin"

Wezîr Soylu, polîtîkayên welatên din ên der heqê Sûriyeyê da rexne kir û wiha got, "Di hemû civînên navneteweyî yên ku em diçinê da dema mijara Sûriyeyê tê axaftin serê nûnerên hemû qaşo welatên mezin di ber wan da ye. Ji ber ku di navbera gotinên wan û kirinên wan da ferq û cudatiyeke pir mezin heye. Ji xwe ra şanoyê dikin, herkes bi vê yekê beled e."

Soylu piştî axaftina xwe diyarî li zarokan belav kirin û di hundirê konteynerê da bi malbatên Tirkmen ra qederekê sohbet kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2018, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE