Di êrîşa sefareta Emerîkayê de gumana li ser FETÖ’yê

Di 20ê Tebaxê de êrîşî Sefareta Emerîkayê ya li Enqerê kiribûn. Lêpirsîna derbarê êrîşê de didome.

Di êrîşa sefareta Emerîkayê de gumana li ser FETÖ’yê

Di êrîşa li dijî sefareta Emerîkayê ya li enqerê de têkiliya bi fetö’yê re derket. Wekî tê zanîn osman gündaş jî yek ji wan êrîşkaran bû. Wêneya patronê wî yê girtî ersin bayram bi sefîrê berê yê emerîkayê yê enqerê john bass re hat bidestxistin. Hema piştî êrîşê derket ku bayram, li ser hesabê xwe yê twîtterê li “sefareta emerîkayê” geriyaye.

Di 20ê Tebaxê de êrîşî Sefareta Emerîkayê ya li Enqerê kiribûn. Lêpirsîna derbarê êrîşê de didome.

Di bûyerê de 3 kes hatibûn girtin.

Ewlekariyê li ser materyalên dîjîtal ên Ersin Bayramê girtî lêkolîn kirin.

Daneyên sosret hatin dîtin.

Hat destpîtkirin ku Bayram di sala 2015an de bi Sefîrê berê yê Emerîkayê John Bass re wêne kişandiye.

Gumanbar di îfadeya xwe de gotibû, “wê demê ez midûrê şîrketê bûm. Li ser navê Ömer Begê rayedarê Odeya Bazirganiyê ya Tirk û Emerîkayê çûm kokteyla li Sefareta Emerîkayê. Jixwe navenda Odeyê jî li New Yorkê bû. Wê gavê min bi Bass re wêne kişand.”

Di rapora ewlekariyê de hat tespîtkirin ku Odeya Bazirganiyê ya Tirk û Emerîkayê bi destê FETÖyê, wek saziyeke sivîl hatiye damezirandin.

Di raporê de hat gotin ku “Bayram, esnaf û karsaz ziyaret kirine, ji wan, li ser navê rêxistinê pere kom dane hev.”

Di lêkolîna li ser telefona Bayram de jî hat tespîtkirin ku ew gelek caran ketiye malperên înternetê yên FETÖyê.

Her wiha hat destnîşankirin ku wî derbarê saziyên perwerdeyê yên FETÖyê de agahî qeyd kirine.

Di telefona wî de derket ku li mala serkêşê FETÖyê Gülen a li Emerîkayê, ligel endamên rêxistinê fotograf kişandiye.

Yek ji wan êrîşkaran jî Osman Gündaş e. hat tespîtkirin ku Ersin Bayramê patronê wî piştî êrîşa li dijî Sefareta Emerîkayê, li ser hesabê xwe yê twitterê li “Sefareta Emerîkayê” geriyaye.

Her wiha di telefona wî de wek dîmenên ekranê nûçeyên girtina faîlan jî derketin.

Bayram di îfadeya xwe de eşkere kiribû ku beriya pêvajoya 17 û 25ê Kanûnê têkiliya wî bi FETÖyê re hebû.

Bayram destnîşan kir ku ew aboneyê rojnameya Zamanê û kovara Sizintiyê jî bû.

Her wiha Bayram got ku min piştî 17 û 25ê Kanûnê têkiliya xwe bi FETÖyê re qut kir.

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE