Firotina xurekê a zêde wê bê şopandin

Zêdetir jî wê li ser riyên di navbera gund û navçeyan de kontrol çêbin

Firotina xurekê a zêde wê bê şopandin

Rêxistina terorî pkk, çeperên xwe zivistanê çêdike. ji bo ku pêşî li vê rewşê were girtin, xebat dewam dikin. wezareta karên navxweyî koçerên li zozanan hişyar kirin ku gava daketin, tiştên bi kêrî terorîstan tên, di malan da nehêlin.

Wezareta Karên navxweyî bi operasyonan destûrê nade rêxistina terorî. Her wiha ji bo ku terorîst zivistanê li çiyayan nikaribin bimînin jî xebat tên kirin.

Bi payîzê re heywandar hedî hedî ji zozanan dadikevin.

Wezaretê ji bo ku tiştên bi kêrî terorîstan tên di malan de nehêlin, koçer hişyar kirin.

Wezaretê, ji bo vê yekê talîmat ji Fermandariya Cendirmeyan û Midûriyeta Ewlekariya ya 32 bajaran re şand.

Li gorî vê, Hêzên ewlehiyê dê kesên ku ji marketên mezin an jî ji sûkê ard, şekir û konserveyan dîstinin bişopînin.

Her wiha zêdetir jî li ser riyên di navbera gund û navçeyan de kontrol wê bê kirin.

Li Tunceliyê qaşo berpirsê rêxistina terorî yê Dersîmê Musa Çetiner hat bêtesîrkirin.

Hat ragihandin Musa Çetiner di lîsteya sor de bû û 4 mîlyon xelat danîbûn serê wî.

Dîroka nûkirinê: 06 îlon 2018, 14:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE