Helîkoptêra xwemalî firîna ewil kir

Helîkoptêra T625ê ya Tirkiyeyê firîna xwe ya ewil bi serfirazî bir serî.

Helîkoptêra Armanca Giştî ya T625ê ya ku ji hêla Hewageriya Tirk û Pîşesaziya Fezayê (TUSAŞ) va bi derfetên xwemalî hat çêkirin, firîna xwe ya ewil kir û bi serfirazî bir serî.

Helîkoptêra xwemalî ya bi kordînasyona Wezareta Pîşesaziyê ya Parastinê, rêvebirina TUSAŞê ku di çarçoveya Bernameya Helîkoptêra Xwemalî da hat çêkirin dest bi ceribandinên firînê kir.

T625a ku ev demeke dirêj e testên wê dest pê kirine di rojên borî da ji hangara wê hat derxistin û li ser xeta firînê hat bicihkirin. Îro serê sibehê di saet dora 06.00an da motora wê hat şixûlandin û cara ewil taximên wê yên daketinê ji erdê hatin rakirin. 

Helîkoptêra xwemalî ya T625an a keda endazyar û teknîsyenên ku şev û rojên xwe kirin yek û li serê xebitîn di bin kontrola pîlotên testê yên TUSAŞê da rabû, bi hewayê ket û di qada firînê da manewrayên ceribandinê bi serfirazî bir serî.

Serokê Pîşeya Parastinê Îsmaîl Demir jî vê geşedanê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û got: "Helîkoptêra me ya xwemalî ya ku bi tevahî ji çavkaniyên neteweyî hatiye çêkirin firîna xwe ya ewil kir û ev yek ji bo welat û milête me bi xêr û silamet be. Ji hemû kesên keda wan di vê da heye ra spas dikim. Hemd ji Rebbê me ra."

Helîkoptêra T625an tevlî testên firîn û ceribandinê piştî tespîtkirina kêmasiyan, tiştên hewce dike wê lê bên zêdekirin û sertîfîka bên hildan wê di sala 2020an da di bazara hewageriyê da cihê xwe bigire.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2018, 09:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE