ji bo tevahiya tirkiyê, heqê servîsên mekteban hatin eşkerekirin. heqê servîsên dibistanan li stenbolê ji sedî 12, li enqerê ji sedî 13 û li îzmîrê jî ji sedî 29 zêde bûn.
Li Stenbolê heqê servîsê, li gorî mesafeya heta kîlometreyekê, bû 215 lîre.
Heqê rêya di navbera 9 û 11 kîlometreyan de bû 330 lîre, heqê di navbera 23 û 25 kîlometreyan de jî bû 525 lîre.
Li Enqerê, heqê riya heta 3 kîlometreyan, ji bo salê bû hezar 818 lîre.
Heqê riya di navbera 10 û 15 kîlometreyan de bû 2 hezar û 718 lîre, ji 15 kîlometreyan zêdetir jî wê ji bo her kîlometreyekê salane 54 lîre zêde were standin.
Li Îzmirê jî heqê servîsên dibistanan heta 3 kîlometreyan salane bû hezar û 800 lîre, heqê riya di navbera 10 û 20 kîlimetreyan de jî salane bû 3 hezar û 330 lîre.