Kalin: Divê Ewropayî jî xwe tevlî vî karî bikin

Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin derheqê İdlîbê de maqaleyek nivîsî bo daily sabahê...

Kalin: Divê Ewropayî jî xwe tevlî vî karî bikin

Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin, ji bo êrîşên li ser idlîbê hişyariyek nivîsî. Got, ger êrîşî idlîbê bikin pêvajoyên cenevre û astanayê dê têk biçin. Kalin, di rojnameya daily sabahê de gotarek weşand. Got: “di mesela sûriyê de ne baldar in. Ji bo çareseriyê lazim e ewropayî jî xwe tevlî vî karî bikin.”

Bal û dêhna dinyayê li bajarê İdlîbê ye...

Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin derheqê İdlîbê de maqaleyek nivîsî.

Di maqaleya Daily Sabahê de got, hereg êrîşê bibin ser İdlîbê, li Sûriyê pêvajoya aştiyê dê xira be.

"Ger êrîşî idlîbê bikin, bêyî kuştin û xirakirinê tu tiştî bi ser naxin. Jixwe hewlên siyasî yên pêvajoyên astana û cenevreyê jî dê têk biçin. Niha idlîb bi xwe bûye xetere. Heke civaka navneteweyî bi dil û can xwe li aştiya sûriyeyê bike xwedî, wê çaxê em ê karibin vê xetereyê rawestînin û dest bi pêvajoya aştiyê bikin.”

Navê gotara Kalin “Korerêya İdlîbê: Pergala Navneteweyî Dîsa Îmtihan Dibe” ye. Berdevk Kalin bibîr xist ku li İdlîbê, 12 cihên çavdêriyê yên li Tirkiyê hene. Got, heke Tirkiye li wir be, rê li ber êrîşan tê girtin.

"Li idlîbê 12 cihên çavdêriyê yên tirkiyeyê hene. Bes eskerên tirkiyeyê dikarin rê li ber êrîşan bigrin. Lewre balafirên şer ên rûsan û eskerên rejîmê, gava eskerên tirkiyeyê li wir bin nikarin êrîş bikin.”

Bal kişand ser talûkeya PYD/YPGê ya li Binxetê.

Got digel Esed, terorê jî Sûriye kir vî halî.

Ji ber ku piştgiriya PYD/YPGê dike, Emerîka hişyar kir.

"Rejîma esed bi sedan însanên bêguneh qetil kirin. Di qetl û qitûlên li sûriyê de, destê komên terorî yên wekî deaş û pyd/ypg’ya şaxa pkk’ê jî heye.”

Kalin got, piraniya dinyayê di mesela Sûriyê de xwe kerr dike. Ji bo ku li Sûriyê aştiyek çêbe û însan careke din ji warên xwe koç nekin, ferz e Ewropa jî dest bavêje xwe.

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 13:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE