Li Batmanê projeya ‘’Gundê Ekolojîk’’

Bi projeyê tê xwestin zêdetir turîst werin bajêr.

Li Batmanê projeya ‘’Gundê Ekolojîk’’

Gundê difnê yê Heskîfa Batmanê wek gundekî ekolojîk ji nû ve tê avakirin. Şikeftên xirabe dibin otêl û baxçeyên fêkî û zebzeyan ên ekolojîk tên avakirin. Bi projeyê tê xwestin zêdetir turîst werin batmanê.

Li Heskîfa Batmanê gundekî ekolojîk tê avakirin. Li gorî projeyê şikeftên xirabe yên li gundê Difnê yê Batmanê wek otêlan tên restorekirin. Gundî jî wê çandiniya ekolojîk bikin .

Bi projeyê tê xwestin, kesên ku ji teşqaleya bajarên mezin aciz dibin werin gundê Difnêyê û bîneke fireh bistînin. Proje dê li herêmê bibe modeleke mezin.

Qeymeqamê Heskîfê Faruk Bülent Bayguven got: “Me hemû haziriyên xwe qedandin, niha xwebatên ji bo projeyê dest pê kirin. Di nav 5-6 mehan de em ê hemû turîstan li navçeya xwe bikin mêvan. Berê ji bo rojekê dihatin virê. Piştî proje biqede mêvanên me dê karibin li virê bimînin û bêhna xwe vedin. Înşeallah ev projeya me dê ji bo gund û navçeyên din jî bibe mînakeke baş.”

Projeya Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û Walîtiya Batmanê dê heta dawiya salê biqede.Xebatkarên projeyê gelek kelecanin û li hêviyê ne bi projeyê gelek turîst werin Heskîfa Batmanê.

Dîroka nûkirinê: 06 îlon 2018, 10:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE