Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li gor demsalê wê di navbera 2-4 pileyan da zêde be.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê kêm ewrayî, wê car caran pir ewrayî be.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 2-4 pileyan da zêde be, ji aliyê bakur û bakurê rojhilatê car caran jî wê ba rabe.
Germahiya herî kêm a bi şev li Qersê û Erdexanê 9, li Erzirom û Agiriyê 11, li Tunceliyê 15, li Erzincanê 16 û li Îdirê 17 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj wê li Tunceliyê 35, li Îdirê 33, li Erzincanê 32, li Agiriyê 30, li Erziromê 28, li Qersê 27 û li Erdexanê jî wê 27 pile be.