Li Sirûca navçeya Şanliurfayê mînîbus wergeriya, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.
Mînîbusa bi plaqeya 07 ATT 447 a ku Îsa Ceylan diajot nêzî taxa 11ê Nîsanê ya rêbeja Şanliurfa-Gazîentabê ji nişka ve manewra kir û wergeriya.
Di qezayê de 8 rêwiyên Sûriyeyî yên di mînîbusê de birîndar bûn.
Ekîbên Serwîsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê û hat ragihandin ku xetereya jiyana birîndaran tune.