Sala 2019an wê bibe "Sala Prof. Dr. Fuat Sezgîn"

Bi giştînameya Serokomariyê va sala 2019an wekî "Sala Prof. Dr. Fuat Sezgîn" hat îlankirin.

Sala 2019an wê bibe "Sala Prof. Dr. Fuat Sezgîn"

"Giştînameya Serokomariyê ya ku hejmara wê 2018/6 e" di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Giştîname bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va hat weşandin û li gor giştînameyê sala 2019an wekî "Sala Prof. Dr. Fuat Sezgîn" hat îlankirin.

Organîzasyonên ku wê di vê çarçoveyê da werin kirin, wê bi Weqfa Lêkolînên Dîroka Zanista Îslamê ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn ra werin kirin.

- Fuat Sezgîn kê ye?

Fuat Sezgîn li Bedlîsê di 24ê Cotmeha 1924an da hat dinyayê. Fuat Sezgîn li Erziromê dibistana navîn û lîseyê diqedîne û di 1943yan da tê Stenbolê. 

Sezgîn li Enstîtuya Lêkolînên Şerqiyatê ya Zanîngeha Stenbolê dibe xwendekarê Helmut Ritterê şerqiyatnasê Alman û li ser pêşniyaza wî li ser zanistên Îslamê dixebite.

Piştî ku Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê di 1951an da diqedîne li ser Edebiyat û Zimanê Erebî doktorayê dike. Sezgîn teza xwe ya bi sernavê "Çavkaniyên Buxarî" temam dike û di 1954an da dibe doçent û teza wî ya bi navê "Lêkolînên Ji Bo Çavkaniyên Buxarî" di 1956an da tê weşandin. 

Fuat Sezgîn li Tirkiyeyê piştî derbeya eskerî ya di 1960an da ji ber ku hikûmeta bi destê derbekaran tê avakirin tevî 147 akademisyenên ji zanîngehê tê avêtin diçe Zanîngeha Frankfurtê. 

Di sala 1965an da li ser Cabîr îbn Hayyan teza xwe ya doktorayê ya duyemîn dinivîsîne û li Zanîngeha Frankfurt pêşkêşî Institut fur Geschichte der Naturwissenschaftenê dike û salek şûn da dibe profesor. Sezgîn di heman salê da bi Ursula Sezgîna şerqiyetnas ra dizewice. Keça Sezgîn, Hilal di 1970yî da tê dinyayê. 

Sezgîn di sala 1967an da cilda ewil ya Dîroka Zanista Ereb-Îslamê temam dike. Sezgîn li ser temamkirina cilda 18an ya Dîroka Zanista Ereb-Îslamê dixebitî. 

Sezgîn tevî Suryanîkî, Îbranîkî, Latinî, Erebî û Almanî 27 ziman dizanibû. 

Prof. Dr. Fuat Sezgîn li Frankfurtê Muzeya Dîroka Zanistên Îslamê ava kir. 

Herwiha li vê derê li heman avahiyê Pirtûkxaneya Dîroka Zanistan jî heye ku ji 45 hezar pirtûkan pêk tê ku wî bi zor û zehmetiyeke mezin ev pirtûk ji çarheqalê cihanê berhev kirine. Li vê pirtûkxaneyê hin kitêb hene ku di qada xwe da tekane nusxeya resen in û ji bo Dîroka Zanistên Îslamê xwedî cihekî girîng in. 

Ji bo alîkariya Muzeya Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê li Stenbolê, di 2010an da Weqfa Lêkolînên Dîroka Zanistên Îslamê a Prof. Dr. Fuat Sezgîn hat avakirin. 

Enstîtuya Dîroka Zanistên Îslamê ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn jî di 2013an da di bin banê Zanîngeha Weqfa Fatih Sultan Mehmet da hat avakirin. 

Prof. Dr. Fuat Sezgîn ku endamê çendîn akademiyên navneteweyî bû, gelek xelat û nîşan wergirtin ku di navê da endametiya rûmetê ya Akademiya Zimanê Erebî li Qahireyê, Akademiya Zimanê Erebî li Şamê, Akademiya Zimanê Erebî li Bexdayê, Akademiya Qraliyetê li Rabata Fasê, Akademiya Zanistan a Tirkiyeyê hene. 

Herwiha Zanîngeha Erzurum Ataturk, Zanîngeha Isparta Suleyman Demirel, Zanîngeha Kayseri Erciyes û Zanîngeha Stenbolê doktoraya fexrî dan Sezgîn. Ji xeynî van, Plaketa Frankfurt am Main Goethe, Madalyona Federal a Almanyayê ya Pileya Yekemîn a Xizmetê, Madalyona Xizmeta Bilind a Almanyayê, Xelata Pirtûkê ya Zanistên Îslamî ya Îranê, Xelata Çandê ya Hessenê û Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê wergirtin. 

Muzeya Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê li Stenbolê ku di pêşengtiya Sezgîn da hatibû avakirin di 2016an da wekî dezgeh Xelata Taybet a Wezareta Çand û Turîzmê wergirt.

Fuat Sezgînê ku emrê xwe li ser lêklînên dîroka zanistên Îslamê borand di 30ê hezîrana 2018an da wefat kir.

Dîroka nûkirinê: 06 îlon 2018, 10:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE