Xebat û xizmetên şaredariyan

Şaredariya Cizreyê xebatên verastkirina binesazî û riyan didomîne

Xebat û xizmetên şaredariyan

Cizîra botan bi xizmet û xebatan her ku diçe xweşiktir dibe. Şaredariya navçeyê bi projeyên verastkirina binesaziyê, peyzaja derdorê û navendên civakî çêdike.

Şinahiya derdorê, park û baxçeyên seyranê…Peraveke paqij…Riyên meşê û yên biskiletan..

Cizîra Botan, bi xebat û xizmetên şaredariyê xweşiktir dibe.

Şaredarî ji bo verastkirina binesazî û riyan bênavber xebatên xwe didomîne.

Projeyên şaredariyê yek bi yek tên temamkirin. cîgirşaredarê cizîrê faik arican ji trt’ê re axivî û got : şaredariya me proje û veberhênanên xwe yên gelek girîng hêdî hêdî diqedîne. yek ji wan projeyan jî verastkirina kanalîzasyona navçeyê bû. ev çem berê bûbû ava loxerê û ji qirş û qalan nedihat dîtin, niha bû cihê seyranê.

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE