Trajediya penaberên Ukraynayî 

Piştî êrîşên Rûsyayê xelkê Ukraynayê koçî welatên derdorê dike. Pakîstanê ji bo penaberên misilman, li ser sînorê Ukrayna û Polonyayë konê xurekên helâl ava kir. Bi saya vê xizmetê penaberên misilman, bi dilekî rehet dikarin zikê xwe têr bikin.

Ji ber bombardimana artêşa Rusyayê ji bajarên Kîev, Harkov, Marîpol, Odesa û Sumî reviyan.

Bi vî awayî canê xwe xelas kirin û xwe avêtin welatên cînar.

Zêdetirî 3 Milyon Urkraynayî ji ber êrîşên Rûsyayê bûn penaber.

Dinya ji bo mexdûrên şer seferber bûn.

Komeleya Xizmetên Mirovahiyê ya Pakistanê jî li ser sînorê Ukrayna û Polonyayê kona berhemên helal ava kir.

Bi saya xwarinên helal kesek birçî namîne, bi taybetî jî yên Misilman bi dilekî rehet zikê xwe têr dikin.

Di serî de penaberên Misilman, penaberên din jî spasî komeleya Pakistanî dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.