TRT Kurdî çû gundê Latamînayê

Malên hilweşiyayî… Avahî û kargehên wêran û kavil… Ev dîmenên dilsoj li Gundê Latamînayê hatin qeydkirin. Gund li sînorê Idlîbê ye, di navbera muxalîfan û hêzên rejîmê de sînor e. Jixwe dema mirov dikeve gund, mirov xendekên di navbera hêzên rejîmê û muxalîfan de dibine.

Li gund avahiyeke saxlem jî nemaye. Ji ber bomberanê mal wêran û kavil bûne.

Welatî, xelîser û perişan in. Di şikeftan de ji xwe re ode çêkirine û li wan deran dijîn. Di şikeftan de ceyran tune ye û xwediyê malê Abdulrezzak Xalid el Salih bi şev û roj tizbiya xwe dikêşe, ev rojên nexweş wisa derbas dike.

Zarok jî gelek ditirsin, ne dibistan heye, ne listîk ne jî tiştekî din ku zarok dikin.

Şîrove Bike