1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê

Di Kongreya Teşkîlata Biratiya Karkeran a Navneteweyî ya li Parîsê ya sala 1889an da biryar hat sitandin ku ji bo hevkariyê rojeke salê wekî cejna hevbeş a karkeran were ragihandin.

1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê

 1ê Gulanê ku bi têkoşîna karkeran a ji bo daxistina maweya xebatê ya rojane derket holê, zêdeyî qirnekî ye li dinyayê wekî cejna ked û karkeran tê pîrozkirin.

Li Amerîkayê têkoşîna ku karkeran sala 1884an da destpêkirin da ku maweya xebatê ya rojane ji 12 saetan berjêrî 8 saetan bibe, sala 1886an bi grevên girseyî va belayî hemû cihanê bû.

Di Kongreya Teşkîlata Biratiya Karkeran a Navneteweyî ya li Parîsê ya sala 1889an da biryar hat sitandin ku ji bo hevkariyê rojeke salê wekî cejna hevbeş a karkeran were ragihandin.

Li ser pêşniyaza sendîkavanên Amerîkayî ew roj wekî "1ê Gulanê" hat destnîşankirin. Ji wê rojê şûnda jî 1ê Gulanê li çaraliyê dinyayê wekî "Cejna Kedê", "Cejna Karkeran" û "Cejna 1ê Gulanê" tê pîrozkirin.

Di dema Osmaniyan da 1ê Gulanê cara ewil 1911an ji hêla karkerên titûn, pembû û benderê yên li Selanîkê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ewil a li Îstanbulê jî 1912an hat kirin.

Piştî Dewleta Osmanî sala 1922yan 1ê Gulanê li Ankarayê wekî Cejna Karkeran hat pîrozkirin. Pîrozkirina bi awayekî fermî jî di 1ê Gulana 1923yan da hat kirin.

Di pîrozbahiyên 1ê Gulana 1977an ên li Meydan Taksîmê bûyerên nexweş qewimîn. Dema mitîng bi rê va diçû gule hatin agirkirin, di encamê da 37 kes hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê ev bûyer jî wekî hincet hat nîşandan û 1ê Gulanê ji cejnbûnê hat derxistin û pîrozbahî hatin qedexekirin.

Piştî biryara derbekaran 1ê Gulanê careke din sala 2009an bi navê "Roja Ked û Hevkariyê" wekî betlaneya fermî hat ragihandin.

Kovîd-19ê pêşî li ber pîrozbahiyan girt

Di 1ê Gulanê ku li ser sirûd hatine bestekirin, pirtûk hatine nivîsîn, fîlmên sînemayê hatine çêkirin da pirsgirêk û daxwazên xebatkaran jî tên rojevê.

Weke par îsal jî ji ber şewba Kovîd-19ê karker wê nikaribin 1ê Gulanê li qadan bi girseyî pîroz bikin.

Ji 100 karkeran 14 karker sendîqayî ne

Li gor îstatîstîka karkerên sendîqayî ya rêbendana 2021ê ya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî li Tirkiyeyê ji 14 milyon û 371 hezar û 96 karkeran 2 milyon û 69 hezar û 476 karker endamên sendîqayê ne, rêjeya sendîqabûnê ji sedî 14,40 e.

Ji konfedrasyonan milyonek û 131 hezar û 740 endamên Turk-Îşê, 711 hezar û 295 endamên Hak-Îşê, 193 hezar û 866 endamên DÎSKê hene.

Ji sendîqayên mezin ên karkeran jî 238 hezar û 666 endamên Hîzmet-Îşê, 209 hezar û 529 endamên Turk Metalê, 185 hezar û 370 endamên Oz Saglik-Îşê, 144 hezar û 68 endamên Genel Îşê, 107 hezar û 823 endamên Tez Koop-Îşê û 104 hezar û 308 endamên Koop-Îşê hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE