Li Axina Elezîzê bi hevkariya walîtî, şaredarî û qeymeqamiya navçeyê 1emîn mihrîcana motofestê hat lidarxistin. ji gelek bajaran zêdetirî hezar ajokar tevlî festîvalê bûn.
Li Axina Elazîzê, bi hevkariya Walîtiya Elezîzê, Şaredarî û Qeymeqamiya Axinê 1emîn Mihrîcana Motofestê hat lidarxistin.
Ji 48 bajaran zêdetirî hezar ajokarên motosikletan beşdarî festîvalê bûn.
Di çarçoveya mihrîcanê de çalakiyên cuda yên wekî perwerdeya ajotinê û konserê hebûn.
Di festîvalê de ajokarên jêhatî hunerên xwe yên bi motosikletan jî nîşan dan.