10 salî bû ji apê xwe hîn bû û ev 68 sal e didomîne

Li Bahçesaraya Wanê Musa Baktimur ku karê xelaciya ku gava 10 salî bû ji apê xwe hîn bû û ev 68 sal e didomîne, dixwaze pîşeyê xwe fêrî ciwanan bike da ku li hemberî fen û teknolojiya pêşketî neyê jibîrkirin

10 salî bû ji apê xwe hîn bû û ev 68 sal e didomîne

Xelkê Bahçesaraya Wanê Musa Baktimurê 78 salî ku gava 10 salî bû ji apê xwe fêrî karê xelaciyê (kevanjenî) bû û herwiha ev 68 sal e bênavber vî karî didomîne, dixwaze pîşeyê wî neyê jibîrkirin 

Baktimurê ku li Taxa Doganyaylayê rûdinê, hewil dide ku pîşeyê xwe fêrî ciwanan bike da ku li hemberî fen û teknolojiya pêşketî neyê jibîrkirin. Baktimur herwiha ligel vî emrê xwe hê jî radihêje alav û hacetan û pembû şiv dike.

Baktimur, kevanjeniyê ne ku jê dahatekê qezenc bike, belê ji bo pîşeyê ku emrê wî pê ra derbas bûye ji bîr neke, dike. Ji ber vê çendê jî xeyala wî ya herî mezin ew e, berî ku serî dayne, pîşeyê xwe bi nifşên pey xwe bide hînkirin.

Baktimur diyar kir, gava wî apê xwe yê xelac temaşe kir, kêfa wî gelekî pê ra dihat û lewma jî wî di 10 saliya xwe da rahêşt kevan û hutik û ev 68 sal e hê jî di dêst da ye.

Baktimur got ku wî bi salan debara malbata xwe bi vî şixulî kir û lewma jî ji ber ku êdî li ber jibîrbûnê ye, ew gelekî li ber xwe dikeve û wiha dewam kir, "Berê li vê taxê hoste gelek bûn. Di şivkirina pembû da herkes diket pêşbaziyê, lêbelê niha gelek ji wan mirine, hinek jî mîna min kal bûne û ji qudûm ketine."

Baktimur wiha got, "Xwezî hinek rabûna, ji vî karî hez bikirana da ku me jî ew fêr bikirana. Ev çanda bav û kalên me dê were jibîrkirin û dê wenda bibe biçe."AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE