10. tura bisîkletan a heyva kesk

Bi dehan kesan ji bo balê bikişînin ser tenduristiyê bisîklet ajotin

10. tura bisîkletan a heyva kesk

Li Herêmê bi ajotina bisîkletan 10emîn tura bisîkletan a heyva kesk tê pîrozkirin. bi dehan kes ji bo tenduristiya xwe duçerxe ajotin. eleqeya ji bo bernameyê zêde bû.  

Li herêmê kelecana tura bi bisîkletan heye. 

Li Qoserê di çarçoveya 10emîn tura bisîkletan a Heyva Keskê de bisîklet hatin ajotin. 

Bi dehan kesan bi pêşengiya qeymeqam Hüseyin Çam duçerxeyên xwe ajotin. 

Armanc ew e ku balê bikişînin ser ajotina bisîkletan. 

Bi ajotina bisîkletan him laş him jî xweza rehet dike.  

Heman çalakî li Semsûrê jî hebû.  

Welatiyan heta 10 kîlomîtroyan bisîklet ajot.  

Waliyê Semsûrê Mahmut Çuhadar jî beşdarî çalakiyê bû. 

Waliyê Adıyamanê Mahmut Çuhadar: Ne tenê bi bisîkletê em bi her awayî bi ciwanan re ne. Em dixwazin wan biprêzin da ku berê xwe nedin tiştên xirab. Ji bo vê em her tim piştgiriyê didin sporê.  

Armanca vê aktîvîteyê jî ew e ku ji bo jîngeheke paqijtir bisîklet bê ajotin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE