Li Çanakkaleyê ji bo salvegera 106an a Bibîranîna Şehîdan û Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê li çalakiya ewil Meydana Cumhuriyetê hat lidarxistin.
Îlhamî Aktaşê Waliyê Çanakkaleyê , Tuxamîral Mehmet Cem Okyayê Fermandarê Gelî û Garnîzonê û Ulgur Gokhanê Şaredar çelenk danîn Abîdeya Ataturk.
Di heman demê da firqateyna "TCG Burgazadayê" 17 top avêtin.
Merasimê bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Neteweyî dewam kir, Aktaşê Walî û yên pê ra madalyaya zêrîn a li ser "Ji Çanakkaleyê nayê derbasbûn" hatiye nivîsandin a Meclisê di sala 1994an da dabû Çanakkaleyê bi alaya Türkiyeyê va li ba kirin û merasim temam bû.
Julîde Îskenderogluya Parlementera Çanakkaleyê ya AK Partiyê, Prof. Dr. Sedat Muratê Rektorê Zanîngeha Çanakkaleyê , Mîralay Richard Campbellê Ateşeyê Eskerî yê Hikûmeta Awistralyayê, Lucas Robsonê Konsolosê Çanakkaleyê yê Awsitralyayê, rayedarên eskerî û sivîl beşdarî merasimê bûn.
AA