11 wesayîtên agirkujiyê hatin kirîn

Bi saya wesayîdên nû dê karê tîmên agirkujiyê hêsantir bibe

11 wesayîtên agirkujiyê hatin kirîn

Şaredariya Vanê 11 heb wesayîdên agirkujiyê kirîn. Danasîna wesayîdên nû yên şardariyê di pîrozbahiyên 29ê cotmhê de hat kirin.

Di pîrozbahiyên 29ê Cotmehê de li kolanên Wanê dengê wesayîdên agirkujiyê jî bilind dibû.

Şardariya Wanê ji bo Midûriyeta Agirkujiyê, 11 heb wesayîdên nû kirîn.

Danasîna wesayîdên agirkujiyê bi merasîmekê hat kirin.

Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin ê Vanê Murat Zorluoğlu:

“em hewl didin ji bo welatiyên xwe xizmeta herî baş û xweş bikin. Beriya me ne wisa bû. Em ê bi derfetên xwe her tim xizmetê gelê xwe bikin û wekî yên berê piştgiriyê nedin terorê. Înşallah şaredariya me piştre jî xizmetên bi vî rengî bidomine…”

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2018, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE