110 şervanên terorîst ên biyanî şandin welatên wan

Wezareta Karên Navxeyî 46 jê welatiyên Ewropayê, yek jê welatiyê Amerîkayê bi tevahî 110 şervanên terorîst ên biyanî şand welatên wan. Li navendên paşveşandinê niha 849 şervanên terorîst ên biyanî hene

110 şervanên terorîst ên biyanî şandin welatên wan

Wezareta Karên Navxeyî ji 11ê Mijdarê vir va 110 şervanên terorîst ên biyanî (ŞTB) şand welatên wan.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir dersînorkirina ŞTByan a ber bi welatên wan va dewam dike.

Di vê çarçoveyê da di navbera 11ê Mijdarê û 19ê Berfanbarê da 21 Almanî, 13 Fransayî, 5 Îngilîz, 2 Belçîkayî, 2 Hollandayî, 2 Fasî, 1 Danîmarkayî, 1 Amerîkayî, 1 Yewnanî, 1 Îrlandayî, 1 Awistralyayî û kesên ji welatên din jî nav da bi tevahî 110 şervanên terorîst ên biyanî ji Türkiyeyê hatin dersînorkirin.

Li navendên paşveşandinê niha 849 ŞBTyî yên ku wê ber bi welatên wan va bên şandin, hene û di rojên pêş da wê ew jî bên şandin.

Hat ragihandin ji bo tespîtkirina niştewaniya ŞBTyiyên li Sûriyeyê hatibûn qefaltin dewam dike, hevdîtinên bi hûrgilî li ber temambûnê ne û bi welatên eleqedar ra jî têkilî hat danîn.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di daxuyaniyên rojên curbecur kiribû da got: "Çi dibe bila be emê DEAŞiyan paşve bişînin. Em ji bo DEAŞiyan otêla tu kesî nînin."

Daxuyaniyên Soylu nîşan didin ku Türkiye ji bo paşveşandina ŞBTyiyan çiqas bi biryardarî tevdigere.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE