Li Deriyê sînor ê Gurbûlakê yê Doğubeyazıta Ağrıyê 12 meymûn hatin tespîtkirin ku hinekan dixwest ew bînin welêt. Ekîbên gimrûkê ew tespîtkirin û pişt re şandin bajarê entabê.
Li Deriyê sînor ê Gurbûlakê yê Doğubeyazıta Ağrıyê di TIR’ekê de 12 meymûn hatin tespîtkirin.
Ekîbên gumrukê dest danîn ser wan meynûnan û pişt re ew anîn Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê ya bajêr.
Meymûn tî û birçî û bêhal bûn. Ekîban xwarin da meymûnên birçî.
Ekîb pişt re ew meymûn xistin nav dafikan û şandin bajarê Entabê.
12 meymûn li baxçeyê heywanan ê Entabê wê bên parastin û xwedîkirin.