12 navendên berhevkirina şîr hatin avakirin

Bi navendên berhevkirinê bi qasî 5 milyon lîreyî piştgiriya dewletê gihîşt welatiyan 

12 navendên berhevkirina şîr hatin avakirin

Li Mûşê bi piştgiriya serokatiya pêşxistina herêma rojhilatê anadolê li 12 gundan navendên berhevkirina şîr hatin avakirin. welatî şîrê xwe bi rehetî difiroşin navendan. hat eşkerekirin ku bi vî awayî bi qasî 5 milyon lîreyî piştgiriya dewletê gihîştiye 625 welatiyên ku heywanan xwedî dikin. 

Serokatiya Pêşxistina Rojhilatê Anadolê li Mûşê jî xebatên xwe didomîne. 

Serokatiyê herî dawî di çarçoveya Projeya Anadola Rojhilat de ji bona welatiyên ku debara xwe bi heywanan dikin xebatek kir. 

Di çarçoveya xebatê de li 12 gundên Mûşê Navendên Berhevkirina Şîr hatin avakirin. 

Welatî şîrê xwe bi rehetî difiroşin van navendan û heqê şîrê xwe distînin. 

Hat eşkerekirin li van navendan di 8 mehan de milyonek û 500 hezar lître şîr hatiye berhevkirin. 

Hat ragihandin ku wê di rojên bê de hejmara navendan bibe 17. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE