122.Roja Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê

Keça min tu min dibihîzî, dema te firsend dît ji PKKyê bireve, teslîmî hêzên me yên ewlekariyê be"

122.Roja Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 122yemîn.

Hatice Levent ku ji wan dayikan e ku di rojên ewil ên sala nû da jî rahêştine wêneyên zarokên xwe û di sir û seqemê da çalakiya rûniştinê didomînin, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe ya ku ji bo keça xwe Fadimeyê dike, bibiryar bidomîne.

Leventê wiha xeberda, "Em bav û dayik bi rojan in li vê derê ne. Bira hemû ewladên me paşda bişînin. Ka hûn ji xerîbên me çi dixwazin? Em zarokên xwe dixwazin, em ji bo wan li vê derê ne."

Leventa ku bangî keça xwe kir, wiha xeberda, "Keça min heger dengê min tê te, vegere were. Min zehf bêriya te kiriye. Ez di navbera çar dîwaran da digirîm û ez peritîm. Ez te dixwazim keça min, êdî were."

Bav Yasin Kaya ku ji Agiriyê hatiye û ji bo keça xwe Çigdema ku 4 sal berê dema 17 salî bû hatiye revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bûye jî bal kişand ku ev 122 roj e ew ji bo zarokên xwe nobedê digirin û lewma jî ew hêvî dikin ku ewladên wan vegerin.

Kaya diyar kir, ji ber ku ew ji ewlada xwe cuda ye, dilê wî pir bi şewat e û wiha got, "Mala min wêran kirin, malbata min belawela bû di riyê wan da. Ez keça xwe dixwazim. Keça min tu min dibihîzî, dema te firsend dît ji PKKyê bireve, teslîmî hêzên me yên ewlekariyê be. Ez ê te jinûva bidim ber xwendinê."

- Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikan berdewam in

Endamên Komeleya Orduyiyên Beykozî ku ji Stenbolê ji bo piştgiriyê bidin dayikan hatin Diyarbekirê, ligel malbatan sohbet kirin û hestên wan parve kirin.

Serokê Komeleyê Sezai Biçer diyar kir, ew hêvî dikin ku dayik di kurtedemekê da bigihîjin ewladên xwe.

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2020, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE