123.Roja Nobeda dayikên Diyarbekirê ya ji bo ewladan

Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê ev 123 roj in nobeta xwe didomînin

123.Roja Nobeda dayikên Diyarbekirê ya ji bo ewladan

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 123yemîn.

Esmer Koç a ji bo qîza xwe Zubeyda Koça ku di sala 2013an da li Şemzînana navçeya Hekariyê revandibûn serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû diyar kir ew nizane qîza wê dijî yan na.

Koçê destnîşan kir ku ew heta qîza xwe hilnede dev ji çalakiyê bernade û wiha pê da çû: "Ez ji bo qîza xwe hatim û heya qîza min neyê û ez wê nebim ez ji vê derê naçim. Ha PKK ha HDP qet ferq nake."

Di berdewamiya axaftina xwe da Koçê got ku ji roja qîza wê hatiye revandin heta niha ew gelek bi êş û keser e û wiha domand: "Ne şeva min şev e û ne jî roja min roj e. Her tiştê qîza min li malê li cihê xwe sekiniye. Bila ew zalim qîza min bidin, bese êdî."

Koçê bangî qîza xwe kir û ji xwest ku bila ji kesî netirse û were teslîmî dewletê bibe.

Celîl Begdaşê ji bo kurê xwe yê ku ev 8 meh e hatiye revandin di nobetê da ye got ku HDPê kurê wî biriye û wiha pê da çû: "Min kurê xwe ji bo ku HDP bibe û teslîmî PKKê bike mezin nekir. Kurê min nexweş e û ew dibêjin ku ew nexweşan nabin. Derew dikin yên wijdana wî hebe û ji Xwedê bitirse vê nake. Ev 8 mehên derbas bûn ji bo me mîna 8 salan e. Li malekê di nav 3 rojan da ma qey nanek naqede. Nizanim kurê min li serê çiyê çi dike, di vî sir û seqemê da, di vê berf û baranê da û zivistanê..."

Begdaş destnîşan kir ku tevlî kurê wî heta hemû zarok venegerin ew dev ji çalakiya xwe ya rûniştinê bernade.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE