13. fuara pirtûkan a Ankarayê

Fuarê li Navenda Kongreyê ya ATO’yê dest pê kir...

13. fuara pirtûkan a Ankarayê

fuara pirtûkan a Enqerê, cara 13an dest pê kir. fuara ku bi hezaran xwendevan diçin, heta 24ê sibatê wê dewam bike.

Li Enqerê cara 13an Fuara Pirtûkan dest pê kir.

Xwendevanên li paytext berê xwe dan Navenda Kongreyê ya ATO’yê.

Ji piçûkan bigirin heta mezinan gelek kes di fûarê de bûn.

Her wiha kesên ku ji duçerxeyan hez dikin jî li wir bûn.

Bi gotina “pirtûkek û duçerxeyek dostên herî hêja ne” bi rê ketin.

Ji bo ku balê bişînin ser pirtûkan ji Kizilayê heta cihê fûarê bi bisqilêtê çûn.

Di fûarê de nivîskar û xwendevan hatin ba hev.

Ji bo ku pirtûkên xwe bi nivîskaran bidin îmzekirin, gelek kes ketin dorê.

Fûar heta 24ê mehê dê dewam bike û ji serê sibê saet dehan heta 8ê êvarê dê vekirî be.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE