Komeleya Ciwanên Anadoluyê û Weqfa Ciwanên Neteweyî ji bo Salvegera Fetha Dîyarbekirê li ber Mizgefta Hezretî Silêman bernamyek li dar xist. Di bernameyê de alim û rîspiyên civakê amade bûn.
Li Sûra Dîyarbekirê, di 1380yemîn salvegera Fetha Dîyarbekirê de Komeleya Ciwanên Anadoluyê û Weqfa Ciwanên Neteweyî bernameyeke têr û tijî li dar xist.
Di bernameyê de Qurana Pîroz û Mewlûda Kurmancî hatin xwendin, lawij û îlahî hatin gotin.
Gelek alim û rîspîyên civakê jî hatin pîrozbahiyê. Wan xwest Dîyarbekir bi turîzma dînî jî bê naskirin.
Piştî bernameyê xwarina fitarê hat belavkirin.