14 hezar karker wê ji ser pergala ÎŞKURê bi rêya înternetê bêne wezîfedarkirin

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand 14 hezar karkerên di kadroyên Wezareta Tenduristiyê da bêne wezîfedarkirin, wê bi rêya elektronîk hildin kar.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da der barê 14 hezar karkerên di kadroyên Wezareta Tenduristiyê da bên wezîfedarkirin da agahî da.

Selçukê got serlêdan wê bi awayekî elektronîk bêne kirin û wiha axivî: "Welatiyên me bêyî ku bên şaxên ÎŞKURê wê li ser e-Devletê yan jî 'esube.iskur.gov.tr'yê bikaribin serlêdanê bikin. Ji bilî vê ewê bikaribin bi rêya telefonê ya ALO 170ê û telefonên Navenda Ragihandinê ya Xebat û Ewlehiya Civakî serî lê bidin."

Wezîr Selçûkê got ji ber vîrusa koronayê tenduristiya gel bê parastin, rasterast hatina midûriyetên bajêr wê neyên qebûlkirin.

Serlêdan ji îro pê va wê heta 30yê Adarê dewam bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Adar 2020, 13:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE