14 rojan di karantînayê de dimînin

Kesên ku 14 rojan li wargehan dimînin, diçin malên xwe

14 rojan di karantînayê de dimînin

Turkiyeyê di dema koronavîrûsê de hemwelatiyên li derwelêt ji bîr nekirin. Welatiyên ku ji derwelêt hatin Turkiyeyê li wargehên xwendekaran hatin bicihkirin. Kesên ku 14 rojên dema karantînayê xelas dikin jî diçin malên xwe.

Bi operasyonên tahliyê hatin Turkiyeyê.

Piştî 14 rojan di karantînayê de man, çûn bajarên xwe.

Li Yozgat, Eskişehir, Karabuk û Erzincanê, 725 kesên ku ji derwelêt hatibûn di karantînayê de man.

Kesên ku li wargehan 14 rojên xwe temam kirin jî ji bo biçin malên xwe bi rê ketin.

398 welatiyên Turkiyeyê ji Elmanya û Belçîkayê hatibûn, li wargehên KYK’ê yên Trabzonê hatin bicihkirin.

Piştî wextê wan ê karantînayê qediya, çûn malên xwe.

Kesên ku ji Erebistan Siûdî hatibûn jî ji bo 14 rojan li Erzurumê diman.

182 kesên ku dema xwe ya karantînayê xelas kirin jî bi otobusan vegeriyan bajarên xwe.

Li Gaziantep û Bingolê jî 185 kes di wargehên xwendekaran de, di karantînayê de bûn.

Welatiyên ku dema karantînayê xelas kirin vegeriyan cem malbatên xwe.

Li Denizli û Gumuşhaneyê jî 594 kes di karantînayê de diman.

Piştî 14 rojan, bi koordînasyon û alîkariya AFAD’ê çûn malên xwe.

Li Adiyamanê jî 655 welatî di karantînayê de bûn.

Hemwelatiyên ku ji Erebistana Siûdî û Cezayîrê hatibûn li wargeha xwendekaran di karantînayê de bûn.

Piştî 14 rojan ew jî ji wargehan derketin û çûn malên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE