Piştî erdheja Elezîzê li pey hev xeberên xweş hatin. Li taxa Mustafa Paşayê piştî 14 saetan 3 kes ji binê avahiyeke hilweşiyayî hatin derxistin. Her wiha ji Taxa Sürsürü û ya gezinê jî xeberên xelaskirinê hatin.
Piştî erdheja Elezîzê tîmên lêgerîn û xelaskirinê xebatên xwe bê navber didomînin.
Li Taxa Mustafa Paşa ya li navenda bajêr piştî 14 saetan ji binê kavilên avahiyeke 5 qetî 3 kes bi saxî hatin derxistin.
Piştî 13 saetan li heman herêmê kesek bi saxî hat xelaskirin.
Di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de bi tevahî 6 kes bi saxî hatin xelaskirin û hatin birin nexweşxaneyê.
Piştî 11 saetan ji binê avahiyeke 6 qetî ya li Gezina girêdayî Madenê kesek bi saxî hat xelaskirin.
Birîndar hat birin Nexweşxaneya Bajêr a Fethi Sekin.
Li Taxa Sürsürüyê jî zarokekî 13 salî piştî 5 saet û nîvan ji binê kavilan hat derxistin.
Bi vî awayî hejmara yên bi saxî ji binê kavilan hatine derxistin bû 8.