15 deryavanên Tirk ku li Nîjeryayê hatin berdan hatin İstanbulê

15 deryavanên Tirk ku li Nîjeryayê hatin berdan hatin İstanbulê

 15 deryavanên Tirk ku li peravên Nîjeryayê di êrîşa korsanan da ji keştiya "Mozart" hatin revandin û 21 rojan rehîn man, hatin Türkiyeyê.

15 deryavanên Tirk ku ji hêla Balyozê Türkiyeyê li Abujayê Melih Ulueren hatin birêkirin, bi sefera Abuja-İstanbula balafira Rêhewayên Tirk va dora saet 06.15an hatin İstanbulê.

Li Salona VIP a Balafirgeha İstanbulê deryavan ji hêla malbatên wan û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu hatin pêşwazîkirin. Deryavan li vê derê zehf şa bûn.

Çavuşoglu li ber deriyê balafirgehê yek bi yek silav da deryavanan û ji wan ra got derbasî be, ji malbatan ra jî "Çavê we ronî" got.

Kaptan Mustafa Kaya, Adil Alkan, Mesut Meral, Hamza Orhan, Îlyas Baş, Mustafa Benklioglu, Gokhan Lale, Erdi Akman, Halil Gulçur, Gokhan Buran, Alper Şeker, Vedat Aksan, Dogancan Cengil, Melih Çetin û Unsal Dilsiz ku piştî 21 rojên esaretê vegeriyan welêt, li dû kontrola pasaport bi kêfxweşî malbatên xwe hemêz kirin û giriyan.

Wezîr Çavuşoglu silavên Serok Recep Tayyip Erdogan jî da deryavanan û bi wan ra wêne kişand.

- Êrîşa dijî keştiya Mozart

Keştiya bi navê "Mozart" û bi alaya Lîberyayê 23yê Rêbendanê bi qasî 180 mîlî li peravê bajarê Lagosê yê Nîjeryayê rastî êrîşa korsanan hatibû.

Ji 19 muretebatê keştiyê 15 jê hatibûn revandin, kesekî ji Azerbeycanê jî hatibû kuştin.

3 deryavanên Tirk ku ji biserdagirtinê filitîn jî 30yê Rêbendanê hatibûn Türkiyeyê.

15 kesên revandî jî 12ê Sibatê hatibûn berdan. Deryavan duh anîbûn Balyozxaneya Türkiyeyê li Abujayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE