15 hezar û 910 cihên kombûnê hene

2 hezar û 864 qadên kombûnê li îstanbulê ne...

15 hezar û 910 cihên kombûnê hene

Piştî Erdhejên li pey hev yên li Stenbolê qadên kombûnên lezgîn hatin rojevê. Li tevahiya Tirkiyeyê 15 hezar û 910 qadên kombûnê hene. Ji wan 2 hezar û 864 qad li stenbolê ne. gelo qadên kombûnê yên taxan li ku ne û em çawa dikarin hîn bibin.

Li Tirkiyeyê erdhej her tim pêkan e.

Li gorî pisporan divê êdî her kes vê rastiyê qebûl bike.

Lê divê tevdîr jî kêm nebin.

Tevdîrên ku beriya erdhejê hatine girtin û tevgerên ku gava erdhejê werin kirin dê rê li ber xisareke mezin bigire.

Lê gelek tişt hene ku divê piştî erdhejê jî bên kirin.

Li malê ger bêhna gazê tunebe divê mirob şaltera ceryanê daxe û gaza siruştî jî bigire û paşê ji malê derkeve.

Çanteya ji bo bobelatan divê berê wextê were amadekirin û piştî erdhejê bi mirov re be.

Piştî erdhejên li pey hev yên li Stenbolê qadên kombûnê hatin rojevê.

Li gor AFADê li Tirkiyeyê 15 hezar û 910 qadên kombûnê hene.

Tenê li Stenbolê 2 hezar û 864 heb hene.

“Li ku derê qadên kombûnê hene hûn dikarin ji ser E-devletê hîn bibin. me talîmat da AFADê bila ne tenê li ser e-dewletê li ser malpera wan a asayî jî ji bo welatiyan werin weşandin.”

Di sîstema e-devletê de qadên kombûnê tên nîşandan.

Piştî ku navnîşan were nivîsandin li taxa we li ku derê qadên kombûnê hebin wê derkeve.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE