15ê Temmûzê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê

Walîtiya Hekariyê di çarçoveya 15ê Temmûzê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê de li ser şerefa malbatên şêhîdan û xaziyan xwarin hat dayîn.

15ê Temmûzê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê

Walîtiya Hekariyê di çarçoveya 15ê Temmûzê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê de li ser şerefa malbatên şêhîdan û xaziyan xwarin hat dayîn.

Di xwarindayîna ku li ordûgahê hat lidarxistin de Walî Îdris Akbiyik, hevjîna wî Sevîm Akbiyik û Fermandarê Kolorduyê yê Asayişa Cendirmeyê Haci Îlbaş bi malbatên şêhîdan û xaziyan re sohbet kir.

Akbiyik di axaftina xwe ya di bernameyê de bal kişand ser wê yekê ku Rêxistina Terorê ya Fetullahî ku bi bikaranîna hestên olî û pîroz ên mirovan hatibû pêkanîn bi navgîniya hevkarên xwe yên navxweyî û derveyî li dijî yekîtî, tebayî û hebûna Dewleta Komara Tirkiyeyê teşebusa derbeyê kir.

Akbiyik destnîşan kir ku bi bangawaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gel bi pîr û kalan, bi zaro û mezinan rijiyan e kolanan û wiha got, "Gelê me li hember F-16an, helîkopteran, çekan û tankan bi sênga xwe ya tijî îman rawestiyan û ew derbeya namerd pûç kir. Wê şevê me 251 şehîd dan Bi hezaran kes birîndar bûn."

Alîkarên Walî, Serdozgerê Komarî Îsmet Çinar, Rektorê Zanîngeha Helariyê Prof. Dr. Omer Pakiş, Rêveberê Miftiyê Wîlayetê Faruk Gurbuz, Serokê AK Partiyê yê Wîlayetê Emrullah Gur û amirên saziyan beşdarî bernameyê bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE