15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî

Serokatiya Bajêr a Batmanê ya AK Partiyê di çarçoveya "15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî" da ji bo şehîdan bernameya bîranînê li dar xist.

15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî

Li Batman û Sêrtê bi munesebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî hin organîzasyon hatin kirin.

Serokatiya Bajêr a Batmanê ya AK Partiyê di çarçoveya "15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî" da ji bo şehîdan bernameya bîranînê li dar xist.

Di merasima li eywana civînê ya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr hat kirin da Serokê Bajarê Batmanê yê AK Partiyê Akîf Gur axivî û got ku 15ê Tîrmehê hewla dagirkirina Tirkiyeyê bû û wiha domand: "Şeva derbeyê herkes daket kolanan û me careke din yekîtî û bihevratiya xwe wê şevê nîşanî çar aliyê dinyayê da."

Sêrt

Platforma Îradeya Neteweyî ya Sêrtê jî ji ber hewla derbeya FETOyê ya di 15ê Tîrmeha 2016an da daxuyanî da.

Li ser navê koma ku li Meydana 15ê Tîrmehê hatin bal hev Nûnerê Bajêr ê Sêrtê yê Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê Abdullah Tetîk daxuyanî da û got ku li hemberî wê hewla derbeya bêbext miletê liberxwedaneke mînaka wê tuneye nîşanî çar aliyê dinyayê da.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE