Dı navbera Bexçeyên Hevselê û Bedena Diyarbekirê de li ser 150 donim erdî ji bo welatiyan parkeke gelekî mezin hatiye avakirin. Ev parka mezin ji alıyê Wezareta Jîngeh û Bajargeriyê ve hat çêkirin. Dîyarbekırî jî jı bo geşt û gerê û bêhneke paqıj berê xwe dıdın vê parkê.
Li Sûra Amedê ji bo welatîyan ji alîyê Wezareta Jîngeh û Bajargerîyê ve li ser 150 donim erdî parkeke gelekî mezin hatibû çêkirin.
Ji aliyê ger û geştê û tebîetê ve park li ciyekî gelekî xweş hatiye avakirin û niha di xizmeta welatîyan de ye.
Ji alîyê siruşt û dîrokê ve jî park li cîyekî gelekî xweş hatiye çêkirin. ev park derfeta dîtina cihên dîrokî û cihên siruştî bi hev re dide geştiyaran.
Welatî ji parkên bi vî rengî gelekî kêfxweş in, bi dost û hevalên xwe re tên li parkê û geşt û gera xwe dikin.
Hin kes jî bi malbatî berê xwe didin vî cihî dîrokî ku di lîsteya Mîrata Çanda Cîhanê ya Ûnescoyê de ye.
Bi hatina demsala payîzê re dar û ber û siruşta parkê rengê xwe diguherîne û li parkê dîmenên nuwaze derdikevin.