Li Agiriyê otomobîlek di kontrola rê da dan sekinandin û tê da 150 polikên bronz ên dewra Romayê hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Agiriyê, di encama xebatên Fermandariya Cendirmeya Bajêr da otomobîlek hat teqîbkirin û cendirmeyan otomobîl li navçeya Dogubayîzê li Nuqteya Kontrola Rê ya Qerebilaxê da sekinandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîb li nav otomobîlê geriyan û tê da 150 polikên bronz ên dewra Romayê hatin bidestxistin.
Der heqê bûyerê da 3 gumanbarên ku di seyareyê da bûn hatin binçavkirin.
AA