151. salvegera avakirina dadgeha bilind

Seroka Dadgeha Bilind Zerrîn Gungor: "Di rexneyên dijî biryarên darazê da divê daraz û dadger mîna alîgirên desthilatdariyê yan jî mîna ku her dem astengî derdidixin neyên nîşandan û nirxandin."

151. salvegera avakirina dadgeha bilind

 Seroka Dadgeha Bilind Zerrîn Gungor: "Di rexneyên dijî biryarên darazê da divê daraz û dadger mîna alîgirên desthilatdariyê yan jî mîna ku her dem astengiyê derdixin neyên nîşandan û nirxandin."

Ji bona salvegera 151emîn ya Dadgeha Bilind û "Roja Daraza Îdarî û Dadgeha Bilind" li Salona Konferansê ya Dadgeha Bilind merasim hat çêkirin.

Seroka Dadgeha Bilind Zerrîn Gungorê di merasimê da axivî û wiha got: "Di rexneyên dijî biryarên darazê da divê daraz û dadger mîna alîgirên desthilatdariyê yan jî mîna ku her dem astengiyê derdixin neyên nîşandan û nirxandin."

Zerrîn Gungorê diyar kir ji ber ku pêvajoya darizandinê di demeke maqûl da temam nabe ev jî bandoreke neyînî li baweriya bi darazê dike.

Seroka Dadgeha Bilind Gungorê destnîşan kir li dijî hin karên Serokomar rasterast dikir rêya daraza îdarî hat vekirin û got ku çarçoveya kontrola darazê ya di vê mijarê da bi vî awayî bû xwedî girîngî.

Gungorê diyar kir ku endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî yên ku di demeke dirêj da bi awayekî sîstematîk meqamên stratejîk zeft kirine, bêterefî û serbixwebûna darazê binpê kirine."

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE