151 welatiyên ji derva anîn li wargehên li Erziromê hatin bicihkirin

151 welatiyên Tirkiyeyê ku ji Malî û Nîjerê anîn li wargehên li Erzurumê hatin bicihkirin.

151 welatiyên ji derva anîn li wargehên li Erziromê hatin bicihkirin

 151 welatiyên Turkiyeyê yên ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ji Malî û Nîjerê anîn, li wargehên li Erzurumê hatin bicihkirin.

Bi xebata hevbeş a Wezaretên Karên Derva, Karên Navxweyî, Tenduristî û Veguhestin û Binesaziyê ya di kordînasyona Alîkarê Serokomar Fuat Oktay va 151 kes bi balafirên ku ji Malî û Nîjerê rabûn va bo Erzurumê hatin veguhestin.

Welatiyên ku di balafirê da bi destê peywirdarên bi kincên taybet agirê wan hat pîvan û ji kontrola tenduristiyê ra hatin derbaskirin, piştî temambûna miemeleyên pasaport û ewraqê ji balafirê hatin peyakirin.

Welatî dû ra ligel beşdariya ekîbên polês û AFADê bi otobusan birin wargehên Wezareta Ciwanî û Werzişê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE