16ê Adara 1988an: komkujiya Helebçeyê

33 sal berê rejîma Seddam bi êrîşên kîmyewî bi hezaran Kurd kuştin

16ê Adara 1988an: komkujiya Helebçeyê

Di 16ê adara 1988an de ango 33 sal berê rejîma kujer a Sedddam li ser gelê Helebçeyê bombeyên kîmyewî barandin. Bi hezeran kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Dîrok 16ê Adara 1988an e.

Zar û zêç, dê û bav li kuçe û kolanan bêruh mane.

Rejîma Baasê li Helepçeyê bi êrîşên kîmyewî bi hezaran kurd kuştin.

33 sal beriya niha Seddam Huseyin wezîfeya operasyonê da pismamê xwe Hesen Elî Mecîd.

Lê Eliyê ku wek “Elîyê Kîmyewî” jî tê zanîn operasyona Enfalê da destpêkirin.

Helebçe jî yek ji komkujiyên Enfalê ye.

Balafirên rejîma Baasê bombeyên kîmyewî avêtin ser Kurdên Helebçeyê.

Ewilî kes pê nehesiya ka çi diqewime. Lewra bêhna gazê wekî “Bêhna Sêvan” bû.

Vê bêhnê kêfa zarokan anîbû û ji dayikên xwe re gotibûn “Dayê Bêhna Sêvan Tê”

Lê mixabin vê bêhnê bi awayekî şîrîn ew dikuştin.

Piştre xelkê herêmê xwest xwe ji êrîşan biparêze lê ne mimkûn bû. Gazê xwe bigahanda kê ew dimir.

Bi vî awayî nêzî 5 hezar kurd di êrîşên kîmyewî de hatin kuştin û deh hezar kes jî birîndar bûn.

Di nav kuştî û birîndaran de jin û zarok jî hebûn.

Ji wan êrîşan hin dîmen man ku bûn sembol û nîşaneya wê roja reş.

Bavekî li ber deriyê mala xwe xwestibû ku zarokê xwe biparêze lê her du jî li wê derê can dabûn.

Hin malbatan jî xwestibû bi wesaîtên xwe bireve lê bi tesîra gazê di cih de mirin û ji wan ev dîmen man.

Dema mirov van dîmenan dîbîne hêj jî kelogirî dibe.

Wê çaxê hemû dinyayê xwe ker kir û kesî xwe negahand hawara kurdan.

Kurd bi tenê serê xwe man û ji bo ku xwe ji tesîra gazê xilas bikin berê xwe dan çiya û cihên bilind.

Piştî 22 salan di 1ê Adara 2010an de Dadgeha Cizayê Bilind a Iraqê ji ber êrîşên kîmyewî Hesen Elî Mecîd sûcdar dît û Eliyê Kîmyewî hat darvekirin.

Her wiha êrîş ji aliyê Dadgehê ve wek komkujî jî hat qebûlkirin.

Mixabin li Helebçeyê gelek şopên wê êrîşê hêj mane û bi temamî xilas nebûne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE