Wezarata Karên Navxweyî daxuyand li 31 bajaran der barê 18 hezar û 770 kesên ku guh nedan qedexeya derketina derva da karên adlî/îdarî hat destpêkirin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezarata Karên Navxweyî da hat gotin di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li 31 bajaran tevahî 63 milyon û 640 welatiyan guh dan qedexeya derketina derva û bi rêjeyeke mezin ew ji malên xwe derneketin.
Hat gotin hin bajaran hejmar kêm be jî hin kesan guh nedan qedexeyê û ji malên xwe derketin, ji ber vê jî ceza xwarin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li 31 bajaran der barê 18 hezar û 770 kesên ku guh nedan qedexeya derketina derva da karên adlî/îdarî hat destpêkirin."
Ji ber ku welatiyan guh dan qedexeyê û ji malên xwe derneketin Wezaretê spasiya welatiyan kir.
AA