19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê tê pîrozkirin

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, bi heyetekê ra li Anitkabîrê beşdarî merasima ku hat lidarxistin bû

19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê tê pîrozkirin

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu bi heyetekê ra li Anitkabîrê beşdarî merasima ku seba 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê hat lidarxistin, bû.

Heyeta ku Wezîr Kasapoglu serokatiya wê kir, ji Rêya Şêran ra derbas bû û hat ber mozoleya Ataturk. Piştî ku Kasapoglu çelenk danî ber mozoleyê, rêz hat girtin û paşê Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Piştî vê merasimê Wezîr Kasapoglu derbasî Qûleya Mîsaqa Neteweyî bû û Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Wezîrê Ciwanî û Sporê Kasapoglu di defterê da wiha nivîsî:

"Ataturkê ezîz. We wek hêviya miletekî li Samsunê Têkoşîna me ya Îstiqlalê da destpêkirin û em niha jî salvegera wê ya 101emîn pîroz dikin. Ji ber pandemiya ku hemû dinya daye ber xwe, em îsal cejna xwe li malên xwe, lê bi heman ruh û coş û peroşê pîroz dikin. Ciwanên me yên ku we Komar emanetî wan kiriye, bi sadaqat li ruhê îstiqlalê û komara ku ji vî ruhî derketiye, xwedî derdikevin. Wezareta me ya Ciwanî û Sporê weke 101 sal berê bi eşq û şewq seba ciwanên vî welatî dixebite. Em dev jihevhezkirinê, parastina hiqûqa hevdu bernadin; em hezkirin, edalet, biratiyê zêdetir dikin û welatê xwe weke berê ber bi ayendeyeke navdar dibin. Ez bi van hestan we û hevalên we yên çekê yên qehreman bi rehmet bîr tînim. Ruhê we şad be."

Wezîr Kasapoglu piştî îmzekirina defterê, bi 16 ciwanên ku alaya Tirkiyeyê digerînin û bi heyeta xwe ra li pêşiya Anitkabîrê wêne da kişandin.

Hat dîtin ku di ziyaretê da seba tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) guh dan mesafeya civakî û maske hatin bikarînan.AA

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE