2. forûma Tirkiye û Iraqê

Endamên komeleya TISİAD’ê li Hewlêrê civiyan...

2. forûma Tirkiye û Iraqê

Komeleya pîşesaz û karsazan a Tirkiye û Iraqê, li Hewlêrê ji bo pêşvebirina bazirganiya di navbera Tirkiye û rêveberiya herêma kurdan hatin cem hev. Gelek karsazên Tirkiye û yên rêveberiya herêma kurdan beşdarî civînan bûn.

Komeleya Pîşesaz û Karsazan a Tirkiye û Iraqê di çarçoveya 2.Forûma Tirkiye-Iraqê de li Hewlêrê civînan dike.

Di civînan de ya ku ji bo xurtkirina bazirganiya di navbera Tirkiye û Rêvebiriya Herêma Kurdan a Iraqê de tên kirin, çareserkirina pirsgirêkên îthalat û îxracatê hat axivîn.

Herî dawî Yekîtiya Îthalat û Îxracatê jî beşdarî civînan bû. Di 3 rojan de gelek civîn hatin kirin, gelek karsaz li hev civiyan.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazan a Tirkiye û Iraqê Nevaf Kiliç di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya piyaseya herêmê.

Serokê Yekîtiya Îxracat û Îthalatê ya Hewlêrê Geylan Seît Ezîz jî diyar kir ku Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn xebat û karên xwe zêdetir bike.

Di civînê de ji bo karsazên Tirkiyeyê jî bal hat kişand ser girîngiya Herêma Kurdan.

Her wiha endamên komeleyê tînin ziman ku dê civînên wan ên wisa di rojên bê de jî dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE