2. fuara înşaetê ya Batmanê

Fuarê bi merasîmeke mezin dest pê kir

2. fuara înşaetê ya Batmanê

Li Batmanê, bi destê midûriya daristan û çandê, duyemîn fuara “xurek,çandinî, heywandariyê” û “dekorasyon, înşaet û mobîlyayê” hat vekirin. Tevî xelkê batmanê gelek rayedarên bajêr, beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Ev dîmen ji vekirina fuara înşaetê ya li navenda êlihê ne.

Bi destê Midûriyeta Daristan û Çandiniyê, li ser 20 hezar metreçarçikê cara duyemîn fuar hat vekirin.

Di vê fuarê dedi warê çandinî, mobîlya, înşaetê de gelek tişt tên pêşkêşkirin.

Her wiha ji gelek bajarên 160 fîmar beşdarî fuarê dibin.

Tevî xelkê Batmanê, Siyasetmedar û giregirên bajêr jî li fuarê bûn.

Her wiha beşdarên fuarê jî ji bo vê fuarê gelek kêfxweş in.

Fuar wê heya 21ê vê mehê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE