2 malbatên din jî gihîştin zarên xwe

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand du malbatên din ên li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê çalakiya runiştinê dikirin jî gihîştin zarokên xwe.

2 malbatên din jî gihîştin zarên xwe

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand du malbatên din ên li ber Serokartiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê çalakiya runiştinê dikirin jî gihîştin zarokên xwe.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber qanîkirina tîmên fermandariyên cendirmeyan ên Şirnex û Şanliurfayê Haşîm Açarê navê wî yê kod "Cudî Botan" û Tekoşîn Açara navê wê ya kod "Rojda Tekoşîn" e û ew di nav refên PKKya rêxistina terorê da ne teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

Hat tespîtkirin malbata herdu endamên rêxistinê beşdarî wan malbatên li Diyarbekirê çalakiya runiştinê dikin bûne.

Bi vî awayî hejmara malbatên gihîştin zarokên xwe bû 13.

Hejmara kesên bi rêya qanîkirinê teslîm bûn jî bû 51.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2020, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE